Dewama fêrkariyê bi awayê serhêl çawa pêk tê?
  1. Piştî xwendina vê belgeya zanyariyan, tarîxekê ji bo dewama fêrkariya serhêl li https://fob.gotzg.de veqetîne. Fêrkarî ji Duşemî heta Îniyê saet 08:00–20:30 û rojên Şemiyê saet 09:00–15:30 tê raberkirin. Lêçûna fêrbûnê 8,- Euro ye.

    Bijardeyên peredanê yên xwarê ji bo te li ber dest in: Giropay (veguhestina serhêl), Karta Krediyê û Pêşperedan (tenê bi daxwazê bi xetê me yê telefonê yê   0 2182 - 8507 - 65).

  2. Dane li gorî rêzikên Parastina Daneyan tên veguhestin. Tu yê bi rêya Emailê piştrastkirineke tomarkirinê/gihêjekekê (ji bo raberkirina bo dabînkera kar) bi rêya Emailê wergirî. Ji kerema xwe vê Emailê hilgire.

  3. Di dema randevûya talîmatê de, divê pêşî nasnameya vîdyoyê were kirin da ku hûn pê ewle bibin ku hûn kesê qeydkirî ne (rastkirin).

    Ji bo vê yekê, ji kerema xwe rêbaza nasnameya vîdyoyê ya ku we di dema qeydkirinê de hilbijartiye (tzg Video-Ident, Whatsapp, Facetime, Ginlo an Signal) ji dikanek malperê di demek baş de berî roja fermanê li ser smartphone xwe dakêşînin. Em pêşniyar dikin ku ji bo IOS an Android "tzg Video-Ident" APP bikar bînin.

    Her weha ji we re belgeyek nasnameyê ya derbasdar û pêwendiyek înternetê ya domdar hewce dike.

    Dema ku ji bo nasnameya vîdyoyê ya tzg Video-Ident APP bikar bînin:
    15 hûrdem berî roja fermana veqetandî tzg Video-Ident APP vekin. Ji bo vê yekê, koda ku we piştî qeydkirinê bi e-nameyê wergirtî bikar bînin. Belgeya nasnameya xwe amade bikin û li benda APP-ê bisekinin heya ku karmendek Navenda Teknolojiya Glehn bi we re têkilî daynin. Ger hûn di dema randevûyê de ne li qada benda APP-ê bin, em ê pêwendiyek din saz nekin (li erêkirina qeydkirinê randevûya wendabûyî binêre).

    Dema ku amûrên ragihandinê yên din bikar bînin (WhatsApp, Facetime, Ginlo an Signal) ji bo nasnameya vîdyoyê:
    Di randevûya veqetandî de (+/- 15 hûrdem) dê ji hêla xebatkarek Navenda Teknolojiya Glehn ve were gazî kirin. Nasnameya xwe amade bikin. Ger piştî sê hewildanên têlefonê nikaribin bi we re bigihîjin, em ê pêwendiyek din saz nekin (binihêrin randevûya wendakirî di pejirandina qeydkirinê de).

    Hûn nasnameya xwe nîşan didin û li kamerayê dinêrin.

  4. Ji bo destpêkirina talîmatê, ji kerema xwe lînka jêrîn li ser smartphone an PC-ya xwe bi tikandina wê vekin: https://gotzg.de. Em ê bi kurtî pêvajoya din ji we re rave bikin.

  5. Piştî wê tu yê daneyên xwe yên destragihîştinê (koda beşdar) ji bo fêrbûnê wergirî û dikarî bibijêrî ku bi kîjan zimanî dixwazî fêrbûnê wergirî. Ji kerema xwe heta dawiya fêrbûnê Digel zimanê bijartî bidomîne. Zimanên derveyî dê wek jêrnivîs di beşeke Fîlma fêrkariyê ya bi Zimanê Almanî da bên bikaranîn.

  6. Niha tenha karê ku divê bikî ev e ku razîbûnê digel têbîniyên parastina daneyan çalak bikî Klîk bike û berde. Piştra dikarî beşdarî fêrkariyê bibî.

  7. Ev fêrkarî bi fîlma fêrkirinê derdora 20 deqeyan dest pê dibe. Ji kerema xwe fîlmê heta dawiyê bibîne.

  8. Ji kerema xwe belgeya zanyariyan heta dawiyê bi baldarî bixwîne.

  9. Piştî fêrkariyê, beşdariya di testekê da pêwîst e. Heşt pirs tên hilêxistin Ji ser fîlm û lênûskê. Tenê bersiveke eseh heye. Eger pêwîst be, test Dikare were dubarekirin.

  10. Di dawiyê da tu yê daxuyaniya Qedexetiya Çalakiyê* di çarçoveya Qanûna Parastina ji Enfeksyonê wergirî.

  11. Eger derbarê fêrkariyê li gorî Beşa 43 ji IfSG an naveroka vîdyoya fêrkariyê pirseke te heye, ji kerema xwe digel me têkilî dayîne ji kerema xwe bi rêya vê Emailê fob.ifsg@tzg.online.

  12. Di dawiyê da te ev derfet heye ku fêrbûna serhêl binirxînî. Em ê ji bersivên te Kêfxweş bibin!

  13. Piştra tu dikarî sertîfîkayê ji sîstemê daxînî û çap bikî. An jî dibe ku Bi rêya Emailê bo te were şandin.

Beşarên biçûk
Beşdarên biçûk divê razînameyeke nivîskî beriya dema fêrbûnê bi rêya vê Emailê fob.ifsg@tzg.online bişînin. Ji bo vê mebestê dikarî vê mînakê (daxuyaniya dêûbavan) ji rûpela tomarkirina fêrkariyê daxînî.
Babetên din ên girîng:
  • Dewama fêrbûnê girêdayî bi vê ye ku tu pêştir beşdarî fêrkariya seretayî li gorî Beşên 42 û 43 bûbî û hîn sertîfîkaya wê di destê te da hebe.

*Qedexetiya Çalakiyê

Qanûan parastina li hemberî nexweşiyên înfeksiyonî diyar dike ku eger di kesekî da nîşaneyên nexweşiyê xuya bibin ku nîşana nexweşiyeke jêrê bin, an ji aliyê bijîşkekî va hatibe diyarkirin, ew nabe ku di têkiliya di gel madeyên xwarinî daa be:

  • Gastroentarîta Enfeksiyonî ya Xedar (Îzhala enfeksyonê ya vegir û nişkêvayî) ya pêkhatî Bi rêya bakteriyên Salmonela, Shigellen û Kolêreyê

  • Bakteriya Enterohämorrhagische Escherichia

  • Choleravibrionen

  • Typhus yan Paratyphus

  • Hepatîta vîrûsî ya A an E (Hawkirina Pişikê)

  • Birînên te yên enfeksyonî an nexweşiya te ya çermî heye ku ji ber wê îhtimala veguhestina hokarên nexweşîzê bi rêya xwarinê bo kesên din heye.

Nîşaneyên xwarê nexweşiyên navbirî nîşan didin
  • Îzhal bi zêdetirî du caran di rojê da pîsava renî, dilrabûna gengaz, vereşîn Û Ta.

  • Taya hevrê digel serêşa giran, zikêşan an êşa movik û qebzbûnê (tenê piştî Çend rojan îzhala giran) nîşaneyên Şînik anku Tîfûs (Typhus) anku Şibhî-Şînikê ne.

  • Webaya asayî digel îzhala bi rengê sipî yê şîrî an jidestdana zêde ya şilemeniyan.

  • Zerbûna çerm û kurtika çavî hevrê digel lawazî û kêmbûna meyla xwarinê nîşana Hêpatîta A an E'yê ne.

  • Birîn an cihên vekirî ji ber nexweşiyên çermî dikarî enfekte bin, eger sor, çewr, şil an werimî bin.

Di rewşa ku nîşaaneyên navbirî yên nexweşiyê xuya bibin, kesê tûşbûyî pêwîst e ku di gel bijîşkê malbatê an digel bijîşkê kompaniyê an bijîşkê di rewşa xizmetê da têkilî dayîne û jê ra ragihîne ku karê wî digel Xwaremeniyann e. Her wiha kesê têkildar erkdar e ku Bilez serokê xwe haydar bike ku di heyama nexweşiyê da rêpêdayî ji bo rakirina xwaremeniyan nîne. Binpêkirin wek binpêkirina rêzikên qanûnî an kiryara sûcdarane dê were şopandin.