*Qedexetiya Çalakiyê

Qanûan parastina li hemberî nexweşiyên înfeksiyonî diyar dike ku eger di kesekî da nîşaneyên nexweşiyê xuya bibin ku nîşana nexweşiyeke jêrê bin, an ji aliyê bijîşkekî va hatibe diyarkirin, ew nabe ku di têkiliya di gel madeyên xwarinî daa be:

  • Gastroentarîta Enfeksiyonî ya Xedar (Îzhala enfeksyonê ya vegir û nişkêvayî) ya pêkhatî Bi rêya bakteriyên Salmonela, Shigellen û Kolêreyê
  • Bakteriya Enterohämorrhagische Escherichia
  • Choleravibrionen
  • Typhus yan Paratyphus
  • Hepatîta vîrûsî ya A an E (Hawkirina Pişikê)
  • Birînên te yên enfeksyonî an nexweşiya te ya çermî heye ku ji ber wê îhtimala veguhestina hokarên nexweşîzê bi rêya xwarinê bo kesên din heye.

Nîşaneyên xwarê nexweşiyên navbirî nîşan didin

  • Îzhal bi zêdetirî du caran di rojê da pîsava renî, dilrabûna gengaz, vereşîn Û Ta.
  • Taya hevrê digel serêşa giran, zikêşan an êşa movik û qebzbûnê (tenê piştî Çend rojan îzhala giran) nîşaneyên Şînik anku Tîfûs (Typhus) anku Şibhî-Şînikê ne.
  • Webaya asayî digel îzhala bi rengê sipî yê şîrî an jidestdana zêde ya şilemeniyan.
  • Zerbûna çerm û kurtika çavî hevrê digel lawazî û kêmbûna meyla xwarinê nîşana Hêpatîta A an E'yê ne.
  • Birîn an cihên vekirî ji ber nexweşiyên çermî dikarî enfekte bin, eger sor, çewr, şil an werimî bin.

Di rewşa ku nîşaaneyên navbirî yên nexweşiyê xuya bibin, kesê tûşbûyî pêwîst e ku di gel bijîşkê malbatê an digel bijîşkê kompaniyê an bijîşkê di rewşa xizmetê da têkilî dayîne û jê ra ragihîne ku karê wî digel Xwaremeniyann e. Her wiha kesê têkildar erkdar e ku Bilez serokê xwe haydar bike ku di heyama nexweşiyê da rêpêdayî ji bo rakirina xwaremeniyan nîne. Binpêkirin wek binpêkirina rêzikên qanûnî an kiryara sûcdarane dê were şopandin.